Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 9î Gulana 2024

    09/05/2024 Duración: 10min

    Di nûceyên bûletena îro de: Anthony Albanese gotinên Çînê yên derbarê bûyera leşkerî ya dawiya hefteya borî ya bi helîkoptereke Australî re red dike… Nîqaşên tund li ser bandora jîngehê ya pabendbûna nû ya hukûmeta federal ji bo gazê hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • #61 Tackling a DIY project (Med) - #61 Çêkirina projeyeke DIY xwe-bixwe

    09/05/2024 Duración: 12min

    Learn how to talk about doing do-it-yourself (DIY) projects. - Fêr bibe ka mirov çawa li ser çêkirina projeyên xwe-bixwe (DIY) biaxife.

  • AstraZeneca COVID vaccine withdrawn worldwide - Vaksîna COVID ya AstraZeneca li seranserê cîhanê hate rakirin

    09/05/2024 Duración: 05min

    Pharmaceutical company AstraZeneca is reportedly withdrawing its COVID-19 vaccine worldwide. The vaccine was discontinued by Australia's Therapeutic Goods Authority in April 2023 after findings of adverse side effects. - Şîrketa dermansaziyê ya AstraZeneca derziya COVID-19 li saran serê cîhanê vekişand. Vaksînlêdan ji hêla Desthilatdariya Berhemên Terapî ya Australya (Therapeutic Goods Authority) ve di Nîsana 2023 de piştî dîtinên bandorên neyînî hate sekinandin.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 8î Gulana 2024

    08/05/2024 Duración: 05min

    Di bûletenê de: Serokwezîr dibêje ew ê bi Serokê Çînê Xi Jinping re derbarê firoka ku nêzikî li yên Australî kir biaxive… Dadgeha Bilind biryar d ku commonwealth dikare ji ber zirara ku li cîhên xwecihî kirin berpirsiyar were dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Mushroom foraging in Australia: Is it safe? - Berhevkirina kivarkan li Australya: gelo ewledar e?

    08/05/2024 Duración: 09min

    In Australia, authorities strongly advise against eating mushrooms that have not been expertly identified or purchased from a supermarket or grocer, as some fungi can be toxic or deadly if consumed. In each State and Territory, rules and regulations vary, and mushroom foraging is not allowed in some areas. - Li Australya, rayedar bi tundî li dijî xwarina kivarkên ku bi pisporî nehatine nasîn yan yên ku ji supermarketek yan firotgehekê nekirîne, ji ber ku hin kivark heke werin xwarin dikarin jehrîn yan jî kujer bin. Li her wîlayet û herêmekê, qanûn û rêzik cûda ne, û li hin deveran peydakirina kivarkan nayê destûr kirin.

  • Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî derbarê serdana Îranê geşbîn e

    08/05/2024 Duración: 09min

    Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser serdan serokê HHK Nêçirvan Barzanî bo Êrane dibe û her weha behs li ser ku dadgeha bilind a federal a Iraqê biryarek bo berjewendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derxist û biryara rawestandina demkî ya xala dabeşkirina kursiyên di nava Hukûmeta Herêma Kurdistanê de jî dibe.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 7î Gulana 2024

    07/05/2024 Duración: 05min

    Rêvebiriya aborî ya hukûmetê derbarê budceya federal ya li li ber çavan e, tevî ku rêjeya fayîzê wek xwe ma... Partiya Keskan dibêje şermezarkirina hikûmeta Îsraîlê têrê nake, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • "Unfortunately, Kurds sometimes have low regard for their language” - "Kurd hinek caran pir mixabin bi xwe qîmeteke nizim didin zimanê xwe"

    07/05/2024 Duración: 11min

    In the final part of the second series of My Kurdish Language Is My Identity, we speak with Jeremy Fowler a non-Kurdish speaker about his thoughts on the language and his opinion on standardising the Kurdish alphabet. Jeremy Fowler is British who has lived with his family in Dohuk, Kurdistan Region for more than 10 years. He was an English language consultant and former Kurdology lecturer at Newroz University. During his stay in Dohuk, he learned the Kurdish language, which he speaks fluently now. He is also a writer and researcher - Jeremy Fowler welatiyekî Brîtanî ye ku zêdetirî 10 salan li gel malbata xwe li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê dijîya. Ew li wir şêwirmendê zimanê Îngilîzî bû û mamosteyê berê yê Kurdolojiyê li Zanîngeha Nawroz bû. Di dema xwe ya li Dihokê de fêrî zimanê kurdî bûye, niha jî bi rehetî diaxive. Birêz Fowler herweha nivîskar û lêkolîner e jî. Di beşê dawî yê zincîreya duyemîn a Zimanê Nasnameya Min e de, em ji birêz Fowler wekî biyaniyekî ku fêrî Kurdî bûye, li ser ramanên wî yên

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 3î Nîsana 2024

    03/05/2024 Duración: 06min

    Nûçeyên di buletena roja Înî de: Dozgerê Giştî Mark Dreyfus bang li eniyeke yekgirtî li dijî tundiya li ser bingeha zayendî dike… Piştgirên Felestînê û yên li dij xwepêşandan li zanîngeha Sydney kirin… Û di werzîşê de, Dozgerek dibêje lîstikvanekî Manly Sea Eagles piştî danişîneke perwerdehiya "neguncaw" mir. Ew nûçe û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Dozgeriyê derbarê mirina Elçî de daxwaza beraeta polîsan dike

    02/05/2024 Duración: 12min

    Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçî di sala 2015'an de di encama pevçûneke di navbera polîs û çekdarên PKK de hatibû kuştin. Di 25'ê Nîsana îsal de îdianameya dozger pêşkêşî dadgehê hatibû kirin, li gorî îdianameyê, bersûcan di parastinên xwe de îdiayên der barê wan de red kirine. Û hat diyarkirin ku di qeydên kamerayê de dîmenên kêliya gulebarana Elçî nayên dîtin.

  • Yekemîn Festîvala dîlanên kurdî li Dihokê hat pêk anîn

    02/05/2024 Duración: 11min

    Yekemîn Festîvala Dîlanan li Dihokê destpêkir ku hejmareke ji çalakiyên cuda di çarçoveya festîvalê hatin kirin. Festîval ji aliyê Rêxistina Semayê ya Kulturî ya Kurdistanê bi hevkariya Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Zanîngeha Dihokê hat birêvebirin. Zêdetir derbarê festîvalê û pirsgirêka kêmbûna dermanan û çareserkirina wê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 2î Gulana 2024

    02/05/2024 Duración: 12min

    Di vê bûleletenê de: Serokwezîrekî nû ji bo Giravên Soleman tê helbijartin ... Serokwezîr Albenese hewil dide ku Australîyan piştrast bike çewisandinek li ser naveroka tundûtûjiya serhêl dê li ser axaftina azad nebe asteng… û nûçeyn din hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 1î Gulana 2024

    01/05/2024 Duración: 05min

    Di vê buletenê de: Jinên ku ji ber tundûtûjiya nav malê direvin di bin plana hukûmeta federal de 5000 dolar alîkarî bo wan heye… Û di tenîs de, Rafael Nadal bi hestyarî xatirê xwe ji girseyê li Madrîd Open xwest. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Should you consider private health insurance? - Ma divê hûn bi bîmeya tenduristiyê ya taybet de bifikirin?

    30/04/2024 Duración: 11min

    Australians have access to a quality and affordable public healthcare system. There's also the option to pay for private health insurance, allowing shorter waiting times and more choices when visiting hospitals and specialists. - Australî dikarin xwe bigihînin sîstêma lênerîna tenduristiya giştî ye bi kalîte û erzan. Di heman demê de vebijarkeke din heye ku ew jî bîmeya tenduristiyê ya taybet e, dema ku serdana nexweşxane û pisporan bikî demên bendewariyê kurttir û bijarteyên zêdetir dide.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 30î Nîsana 2024

    30/04/2024 Duración: 05min

    Serokwezîr Anthony Albanese dibêje civîna kabîneya niştimanî ya sibe ê derbarê tundûtûjiya nav malê de be... Opozîsyona federal daxwaz dike ku 2 wezîr piştî destdirêjiya li ser dapîrekê ji kar bên avêtin…Û di rugby lîg de, Canterbury Bulldogs çanda xwe diparêze û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • "Language is the factor of existence and the survival of every nation" - "Ziman faktora hebûn, berdewambûn û gîyanê her neteweyekê ye"

    29/04/2024 Duración: 12min

    Kurdistan Mukriyani is a linguist, writer, women's rights activist and a famous poet who was born into an intellectual family. She has 56 published books, she has published 31 scientific researches, 204 articles in magazines and newspapers inside and outside of Kurdistan Region. In this episode of My Kurdish Language is My Identity, we ask Ms Mukriyani about the unification of the Kurdish language alphabet, and the future of the Kurdish language in the next two decades. - Kurdistan Mukriyanî, zimannas, nivîskar, çalakvana mafê jinan û helbestvaneke bi nav û denge ku ji malbateke rewşenbîr ji dayî bû ye. Ew xwediya 56 pirtûkên çapkirî ye, wê 31 lêkolînên zanistî, 204 gotar di kovar û rojnameyên navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê de weşandine. Em di vî beşî Ziman Nasnameya Min e de bi mamoste Mukriyanî re li ser yekkirina alfebêya zimanê Kurdî, li ser rewşa zimanê Kurdî di 20 salên li pêş de û gelek pirsên din e ku girêdayî bi zimanê Kurdî dipirsin.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 26î Nîsana 2024

    26/04/2024 Duración: 05min

    Nûçeyên di buletena roja Înî de: bi sedan kes di şîna cerdevanê ku di êrîşa bi kêrê ya li Bondi hat kuştin beşdarbûn... Zêdebûna bangên ji bo stratejiyeke tundûtûjiya nav malê ya neteweyî ... Û di futbolê de, Manchester City nêçîra xwe ji bo çaremîn sernavê Lîga Premyêr zindî dihêle, ew nûçe û nûçeyên di di buletenê de hene.

  • Siberoja pêwendiyên Tirkiyê-Iraq-Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê çibe

    26/04/2024 Duración: 11min

    Peyamnêr Hatice Kamer ji Diyarbekir behsa çûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Di raporê de her weha behs li ser ku polîsên Tirkiyê di dema serdana Erdogan ya Iraqê de 9 rojnamevanên kurd li Stenbol, Enqerê û Rihayê girtin.

  • Sedemên agirpêketina dukanan li hinek bajarên Herêma Kurdistanê çi ne

    25/04/2024 Duración: 08min

    Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser seredana serokkormarê Tirkiyê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê dibe. Herweha raport behsa agirên ku bi froşgehên li Hewlêrê û cihên din dikeve dibe.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 25î Nîsana 2024

    25/04/2024 Duración: 09min

    Di vê bultenê de: Rêberê opozîsyonê li ser Roja ANZAC li Brisbane diaxafe... Pênc zarok bi tuhmeta girêdana birînkirina metranekî xirîstiyanên ortodoks hatin tawanbarkirin... Iran hukumê mirinê datîne ser stranbêjekî Îranî yê bi navûdeng, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 1 de 26